Pakrewan ew kesê ku can û xwîna xwe di ber parastina xaka xwe de dike ew nayê jibîr kirin û dibin sitêrkeke geş li ezmanê welatê xwe û di dilê her mirovekî de..
Yek ji wan şehîd serhildana Qamişlo “Ferhad Mihemed Sebrî ” , ku ji dayîkbûna sala “1975” an, li Taxa “Qenat Elswês ” ya bajarê Qamişlo, şehîd “Ferhad “, ji malbateke welatparêz û niştîmanperwer bû, di ciwaniya xwe de tevlî nava refên Partî bû û kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî di tevgera kurdî de dikir, ku beweriya wî bi dibistana rêbaza Barzanî hebû.
Û herwiha dema ku şehîd “Ferhad bi rol û Arkê xwe yê neteway û kurdayetî û mirovatî dirabû di veguhastina şehîd û birîndarên ji nexweşxaneyên Qamişlo, lê mixabin şehîd “Ferhad ” ji aliyê rêjîma Be’s ve hat girtin û zindankirin ji bo helwest û mêrxasiya wî ya netewayî.
Û herwiha ji rexekî dî ve her di zindanê de “Ferhad ” rastî Îşkenceyê hat kirin di zindanên rêjîma sûriyê, û ev yek bo sedema ku “Ferhad Mihemed Sebrî ” Jiyana xwe ji dest bide û tevlî nava refên pakrewanên 12 Adarê bibe…
û di roja “8” Nîsanê pakrewan “Ferhad ” li goristana ” Mehmeqeya ” bi xakê hat spartin.
Û di encama wê êrîşê de li seranserî deverên Kurdistana sûriyê welatiyên kurd derketin xwepêşendanan, lê rêjîmê bi tundî bersiva wan da û bi hezaran kes birîndarbûn û hatin binçavkirin û herwiha bi dihan şehîd ketin.
Lê ev biryarên ku li derheqê kurdan hatin kirin nebû kelem li pêşiya berdewamiya kar û xebata kurdeyatî û netewayî li Kurdistana sûriyê.
Ragihandina PDK-S ê
Hêvî Delî
By signing up, you agree to our
Terms of Use and acknowledge the data practices in our
Privacy Policy. You may unsubscribe at any time.